TR KU SO
FB X
Cîhan

Qalîbaf: Mercên sereke neyên qebûlkirin danûstandin nabe

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 16:08

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, ragihand ku welatê wî bi rêya navbeynkaran peyam û mercên xwe yên ji bo bidawîanîna krîzê bi fermî gihandine rêveberiya Amerîkayê.

Qalîbaf diyar kir ku hevkêşeya "şer an danûstandin" ne rast e û divê Îran di heman demê de hem bi hêz şer bike û hem jî di dema guncav de danûstandinan bimeşîne.

Qalîbaf rexne li wan nêrînan girt ku welat ber bi şerekî bêdawî ve dibin an jî rêya teslîmbûnê pêşniyar dikin û tekez kir ku heta mercên sereke yên Tehranê neyên qebûlkirin, di nav de serbestberdana samanên blokekirî û rakirina dorpêça deryayî, ji bo vekirina Tengava Hurmizê û danûstandinên nû ti derfet nîne.

Ev daxuyanî piştî ku Muhsîn Rezaî jî gotibû ew li benda bersiva Donald Trump in, hate dayîn.

Parve bike: