Cîhan
Qralê Malezyayê dev ji textê xwe berda
PeyamaKurd- Qralê Malezyayê Siltan Mihemmed ê 4 emîn ragihand ku dev ji textê xwe berdaye. Ev du mehe ku nayê baregeha xwe û tê ragihandin ku di îznê de ye. Beşa çapemeniyê ya qesra Malezyayê weha dibêje:
“ Siltan piştî 6 ê mehê, li gor qanûna federal, maddeya 32(3) weka qralê 15 emîn îstîfa kiriye û ev beyan ji aliyê qesrê de tê ragihandin.”
Siltan li pey xwe nameya îstîfayê an delîlekî nehiştiye û ev jî gelek tiştên din tîne bîra mirov.