TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêberê hilkişîna çiyageran yê Çiyayê Erciyeşê ji çiya ket û mir

Admin M
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2026 19:02

PeyamaKurd – Li Çiyayê Erciyesa bajarê Kayseriyê rêberê çiyageran yê bi navê Hasan Ali Şahin (41) dema hildikişiya çiya, ji zinaran de ket jêr û jiyana xwe ji destda. Li çiya, çiyagerê Hollandî Wessel Westerhof ji aliyê tîmên rizgarkirinê de hat rizgarkirin.

Rêber Şahin di bilindahiya 3.400 metreyan de mêzêna xwe wenda kir û 300 metre bi jêr de ket.

Li ser rûdanê tîmên AFADê, UMKE, İHH û cendirmeyan çûn ciyê rûdanê. Bi wan re drone jî hebû. Ji ber çiyagerê Hollandî ji sermaye qefilî bû, wî û cenazê Şahin bi hevre ji çiya daxistin.

Parve bike: