Cîhan
Reîsî sersaxî da Pûtîn
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser êrîşa terorî ya Moskowê ku 133 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bûn, peyameke sersaxiyê belav kir.
Îbrahîm Reîsî di peyama xwe de êrîşa şeva 22yê Adarê şermezar kir û sersaxî da Rûsyayê.
Herwiha Reîsî diyar kiriye ku ew piştevaniya tedbîrên rayedarên rûsî bo tedbîrên ewlekariyê dikin û divê aliyên ev êrîş plan kirine werin cezakirin.
Hêjayî gotinê ye, êrîşa ser eywana konserê DAIŞê li xwe girtibû, lê Rûsya tohmetbarkirina Ukraynayê didomîne ku Ukrayna vê yekê red dike.