Cîhan
Rejîma Îranê 3 kesên din bi darve kir
PeyamaKurd - Daneyên darvekirinê yên bi hêncetên cuda ji aliyê rejîma Îranê ve her ku diçe zêdetir dibin îro jî 3 kesên din bi darve kir.
Li gorî malpera nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê, sê kesên tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bibûn, hatine darvekirin.
Hate diyarkirin ku her 3 kes li Meşhedê serê sibe hatine darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, heta niha herî kêm 30 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.