Rekora 5 salan: Hinardeya çekên Îsraîlê gihîşt 19.2 milyar dolaran
PeyamaKurd - Hinardekirina çekan a Îsraîlê di sala 2025an de gihîşt 19.2 milyar dolarî û bi vî awayî di pênc salên dawî de li pey hev rekora dîrokî şand.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, ev rêje nîşan dide ku firotina çekan li gorî sala borî nêzîkî ji sedî 30 zêde bûye.
Ev daneyên nû nîşan didin ku bazara leşkerî ya Îsraîlê di nava 5 salan de du qat û di nava 10 salan de jî 4 qat geş bûye.
Pergalên Parastina Asmanî û dabeşbûna bazarê
Di nav çekên herî zêde hatine firotin de moşekên deryayî û asmanî, roket û pergalên parastina asmanî di rêza yekem de cih digirin ku ji sedî 29ê hemû peymanan pêk tînin.
Herwiha di warê amûrên çavdêriyê û pergalên optîkî de jî zêdebûneke berçav heye. Di dabeşbûna bazarê ya li seranserê cîhanê de welatên Ewropayê bi rêjeya ji sedî 36 di rêza yekem de ne. Li pey wan herêma Asya û Pasîfîkê bi ji sedî 32 û herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê jî bi rêjeya ji sedî 15 cih digirin.