Cîhan
Reuters: Moşekên dûravêj ên Amerîkayê bidawî dibin
Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyên agahdar ragihand, artêşa Amerîkayê di dirêjahiya 5 mehan a şerê li dijî Îranê de hema hema hemû moşekên xwe yên dûravêj û hesas ên mîna ATACMS û PrSM bikar anîne û qedandine.
PeyamaKurd - Hat destnîşankirin ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) piraniya stokên xwe yên ser erdê bi kar anîne û ji ber vê yekê tirs heye ku şiyana Amerîkayê ya li dijî reqîbên mîna Çîn û Rûsyayê kêm bibe.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ev îdia derewand û got ku artêşa wan xwediyê cebilxaneya dewlemend e û ji bo hemû operasyonan amade ye.