Reuters: Tê plankirin ku Esad ji bo wê lûtkeyê bê vexwendin
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya Reutersê, Erebistana Siûdî plan dike ku Serokê Dewleta Suriyê Beşar Esad, ji bo Lûtkeya Komkara Ereban vexwîne.
Di nûçeya ku hat weşandin de hat diyarkirin ku Erebîstana Siûdî plan dike ku Beşar Esed vexwîne Lûtkeya Komkara Erebî ku di meha gulanê de tê lidarxistin.
Çavkaniyan ji Reutersê re ragihandin ku "Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, dê di hefteyên pêş de biçe Şamê û ji bo lûtkeya 19ê Gulanê dê Esad bi fermî vexwîne.
Reutersê, berê li ser agahdarkirina çavkaniyan îdia kiribû ku Suriye û Erebistana Siûdî li hev kirine ku balyozxaneyên xwe vekin.
Erebistana Siûdî, di sala 2012an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Suriyê re qut kiribû, nûnertiya xwe ya dîplomatîk li Şamê girtibû û Balyozê Suriyê derxistibû.