Reuters: Zilamên bihêz çiqas bimînin, ewqas...
PeyamaKurd- Ji ajansa nûçeyan a Brîtanyayê Reutersê Hugo Dixon, bi sernavê “Zilamên bihêz çiqas li ser desthilatdariyê bimînin, xeternak dibin” analîzeke aboriyê nivîsand û qala hilbijartinên Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan kir.
Dixon, ligel namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Erdogan, qala Serokê Rusyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping kir û got, "Hêviya ku otokrat li kêleka cîhana karsaziyê be, gelek caran veberhêneran dixapîne. Metirsiya girtina biryarên ku zirarê dide aboriya wan, mezintir dibe."
Hugo Dixon diyar kir ku têkiliya di navbera desthilatdariya otokratîk û performansa aboriyê de ji zelalî û rasterasbûnê dûr e û ji dîrokê mînakan da û diyar kir ku rêberên ku demeke dirêj li ser desthilatdariyê ne, dikarin aboriya xwe baş bi rê ve bibin û ligel vê jî welatên demokratîk jî dikarin di warê aborî de biryarên xirab bidin.
Dixon bi bîr xist ku Erdogan piştî qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê hat ser desthilatdariyê û wiha got: "Erdogan polîtîkayên kevneşopiyê yên ku di destpêkê de aboriyê ji qeraxê vegerîne berdewam kir. Piştre jî polîtîkayên neasayî yên kêmkirina bacê ji ber ku enflasyon zêde bû. Lîre, di dehsala duyemîn a Erdogan de li hemberî dolarî ji % 90 nirxê xwe wenda kir û borsa di qada dolarî de nîvenîv daket.