Cîhan
Rojnameya Fransî: Bexdadî li Libyayê ye
PeyamaKurd - Piştî têkçûna DAIŞê li ser destê şervanên HSDê Ebu Bekir Bexdadî winda bû. Û li her derê lêgerîna Bexdadî dest pê kir. Herî dawî rojnameyeke Fransî îdia kir ku Bexdadî reviyaye Lîbyayê.
Rojnameya Fransî Jeune Afrique ragihand ku Tunis agahî ji çavkaniyên îstixbaratî der barê Bexdadî de girtiye.
Raporên çapemeniyê diyar kir ku Brîtanya piştî texmînên ku dibe Bexdadî li Lîbyayê be, hinek leşkerên xwe ji wir derxist. Li gorî pisporê komên tundrew li herêmê, alîgirên Bexdadî dikarin wî bibin Lîbyayê.
Tazgarat da zanîn ku alîgirên wî xwedî derfetên ecêb in ku çûnûhatina asmanî ya di navbera Stenbol û Terablusê de li jêr destê wan e. Berî niha jî malpereke Tunisî gotibû piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê, Bexdadî berê xwe da Lîbyayê.