Cîhan
Roket teqiya û 22 zarok mirin
PeyamaKurd – Li Somaliyê li devera Şabelê di parkekî zarokan de roketekî teqiya û di encamê de ji zarokên ku li parkê bûn 22 heb mirin û 3 zarok jî birîndar bûn. Ji rêvebirên herêma Şabela Jêrîn Îbrahîm Malabow ji bo çapemeniyê ragihand ku li devera zarok dileyîstin teqîn çêbûye.
Malabow, got ku 22 zarok di teqînê de mirine û 3 zarok jî birîndar bûne. Malabow ji teqînê rêxistina Eş Şebabê berpirs girt û got ku ji zarokên mirine 16 ji wan kur û 6 heb ji wan keçin.
Devera ku bûyer lê çêbûye di bin kontrola Eş Şebabê de û Eş Şebab ragihand ku misyona yekîtiya Afrîkayê ya demkî ya Somaliyê ji teqînê berpirse û misyon bombe ya destî avêtiye nav zarokan.