TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê bi hinceta sîxurîyê peyamnêrê WSJê desteser kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2023 21:46

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rojnamevanekî Wall Street Journalê (WSJ) li Rûsyayê bi tawana sîxuriya ji bo Amerîkayê hate desteserkirin.

Li gorî ragihandina Ajans France Press (AFP) peyamnêrê Wall Street Journal, Ivan Grochovich, ji 28ê Mijdarê ve di girtîgehê de ye.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê jî daye xuyakirin,çalakiyên rojnamevanî yên Ivan neqanûnî ne û ji bo Washingtonê sîxurîyê dike.

Li gorî îstixbarata rûsî, Ivan Grochovich agahdarî li ser "kompleksa leşkerî-pîşesazî" ya Rûsî ji bo Washington berhev kirine.

Dayik û bavê Ivan Grochovich ê 31 rûsî ne û li Amerîkayê hatiye dinyayê. Beriya WSJê jî peyamnêriya AFPê li Moskowê kiriye û berî wê jî ji bo Moskowê Times xebitî ye.

Parve bike: