Rûsyayê êrîşî keştiyeke barhilgir a Tirkî kir!
PeyamaKurd - Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê bi moşekên krûze keştiyeke barhilgir a Tirkî ku li peravên Odessa diçû hedef girt. Li gorî agahiyan, di êrîşê de pênc deryavan mirine.
Serokwezîrê Ukraynayê Sergiy Koretsky diyar kir ku keştiya bi navê Golden Leo û bi ala Gîne-Bissau, piştî barkirina barekî genim ji benderê derketiye.
Li gorî Koretsky, Rûsyayê bi sê moşekên krûze êrîşî keştiyê kir. Yek ji moşekan li aliyê rastê yê keştiyê ket ku ekîbeke 18 kesî ji welatiyên Hindistan, Sûriye û Ukraynayê pêk dihat. Piştî êrîşê li ser keştiyê agir derket.
Koretsky diyar kir ku Hêzên Deryayî yên Ukraynayê piştî bûyerê operasyonên rizgarkirinê dest pê kirin û heşt deryavan, ku du ji wan birîndar bûn, hatin rizgarkirin û birin nexweşxaneyek li Odessa.