Serokatiya Iraqê peyamek sersaxiyê ji bo Îranê weşand
PeyamaKurd - Serokatiya Iraqê piştî kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî sersaxî ji gelê Îranê re xwest.
Serokatiya Iraqê derbarê kuştina Elî Xamineyî de peyamek sersaxiyê weşand.
Di peyamê de Xamineyî wekî kesayetiyek girîng di dîroka Komara Îslamî de hat binavkirin û hat gotin, "Xamineyî di xurtkirina saziyên wê, parastina serweriya wê û piştgiriya doza neteweya xwe de roleke girîng lîst."
Serokatiya Iraqê sersaxiyên xwe ji gel û serokatiya Komara Îslamî ya Îranê re ragihand û di peyama xwe de got:
"Iraq sersaxiyên xwe ji gelê Îranê re dixwaze. Em ji Xwedê lava dikin ku sebir bide malbat û hezkiriyên wî."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Di vê rewşa hesas a ku herêm pê re rû bi rû ye de, Iraq helwesta xwe ya tund a li ser bidawîanîna şerê bi Îranê re dubare dike û tekez dike ku pêwîst e pêşî li her pêşketinek were girtin ku ewlehî û aramiya gelên herêmê tehdît dike."
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku rêya herî baş a rizgarkirina herêmê ji karesateke din çareseriyeke siyasî û dîplomatîk e.