Cîhan
Serokkomarê Îranê em şer naxwazin em lihevkirinê dixwazin
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê daxuyaniyên nerm dan û diyar kir ku ew naxwazin bibin aliyê şer.
Pezeşkiyan da zanîn ku ew dixwazin li ser bingeha lihevkirina berê ya bi DYAê re rêya muzakereyan bidomînin û got: "Em şer hilbijêrin, şer li me hat sepandin, em ne li pey şer in.
" Serokkomarê Îranê her wiha destnîşan kir ku biryara ji bo bidawîkirina aloziyan di destê Amerîkayê de ye, û têkildarî îdiayên li ser rewşa Mûcteba Xameneyî jî diyar kir ku wî mehek berê bi xwe bi wî re heft saetan derbas kiriye û tenduristiya wî "gelekî baş e".