Cîhan
Sisi û şêwirmendê Amerîkayî Boulos li Qahîre li ser krîza Sûdanê axifîn
PeyamaKurd – Serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi li Qahîre li ser krîza mirovî ya Sûdanê, bi şêwirmendê kevin yê Amerîkî bi Massad Boulos re axifî.
Sisi û Boulos ji bo şerê li Sûdanê biqede û arîşeyên mirovî çareser bibin, hatin cem hev û behsa hevkariyê kirin. Her dû teref her weha li ser parastina yekîtiya axa Sûdanê jî bûn hemfikir.
Sisi, nerazîbûna xwe ya li dijî valahiya ewlehiya hewza Nilê û tehdîda îstîqrarê ragihand. Sisi, her weha behsa aktîfkirina mekanîzmna ku ji 4 welatan pêk tê kir ku ew jî Mısır, Suudi Arabistan, Îmarat û DYA ne.