Cîhan
Siyade: Çekên derveyî kontrola dewletê Iraqê dikin armanc
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Siyadeyê ya bi serokatiya Sermed El-Xencer di derbarê geşedanên nû yên ewlehiyê yên li Iraqê de daxuyanî da û fikarên xwe yên li ser çekên di destê komên derveyî kontrola dewletê de anîn ziman.
Bal kişand ser metirsiya çekên li derveyî kontrola dewletê û komên çekdar û diyar kir, ew bi hûrbînî çavdêriya rewşê dikin û ev çek û komên nedestûrî bi êrîşên xwe yên li dijî welatên cîran û Iraqê aramiyê têk dibin.
Hevpeymaniyê bal kişand ser wê yekê ku berdewambûna van kiryaran Iraqê rasterast dikişîne nava qada nakokiyên herêmî, jiyana welatiyan û jêrxaneya welêt dixe xeteriyeke mezin û zirarê dide peywendiyên dîplomatîk ên bi welatên Erebî û cîran re.