Cîhan
Li Îranê “derbeya bêdeng”: Pasdaran kontrola dewletê xistiye destê xwe
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Iran Internationalê, li Îranê Sipaha Pasdaran (IRGC) bi awayekî de-facto dest daniye ser hemû erkên dewletê û hikûmeta Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan xistiye rewşeke xitimîneke kûr.
Tê ragihandin ku "konseyeke leşkerî" ya ji fermandarên pasdaran pêk tê, pêvajoya biryardanê bi temamî kontrol dike û bi avakirina kordoneke ewlehiyê, nahêle Pizişkiyan bi Mucteba Xamineyî re hevdîtinê bike.
Di vê derbeya bêdeng de, pasdaran tayînkirinên wezîran asteng kirine û di nav ofîsa rêberiyê de jî li ser mîratgiriya Mucteba Xamineyî şerekî dijwar ê desthilatdariyê derketiye holê. Ev rewş nîşan dide ku li Îranê bandora saziyên sivîl bi dawî bûye û dewlet êdî rasterast di bin dîktatoriya leşkerî ya pasdaran de ye.