TR KU SO
FB X
Cîhan

Starmer: Ev ne şerê me ye û em nakevin nav vî şerî

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2026 18:02

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, îhtimala şandina leşkeran bo Îranê red kir û got: "Ev ne şerê me ye û em ê bo vî şerî neyên kişandin."

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, diyar kir ku welatê wî ji destwerdana rasterast a şer dûr disekine û îhtimala şandina hêzên bejayî bo Îranê jî red kir.

Starmer got ku ji bo parastina jiyana gelê Brîtanyayê, berjewendiyên welat û hevalbendên li herêmê, wan tenê tedbîrên parastinê girtine û diyar kir, ew ê piştgiriya hewildanên ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê bidomînin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha Serokwezîr Starmer destûr dabû ku DYA baregehên Brîtanyayê di êrîşên li dijî Îranê de bi kar bîne.

Parve bike: