TR KU SO
FB X
Cîhan

Stoltenberg: Em ê îro biryarên dîrokî bistînin

Admin H
Nivîskar
📅 29 hezîran 2022 18:02

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, beriya destpêkirina Lutkeya NATO ya Madrîdê, îro 29ê Hezîranê ragihand ku piştî şerê duyem ê cîhanê ew rûbirûyî zehmetiya herî mezin in û got, “Em ê îro biryarên dîrokî bistînin.”

Jens Stoltenberg, bal kişand ser kiryarên Rûsyayê diyar kir ku wek welatên hevpeyman ew di rewşeke krîza herî mezin a ewlekariyê de li hev dicivin û wê ev lutke bibe lutkeya dîrokî û veguherîner.

Herwiha Stoltenberg da zanîn ku wê Belgeya Stratejîk a Lutkeya Lîzbonê ya 2010an jî were guhertin û da xuyakirin wê îro piştî rêkeftina Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê, li ser vexwendina NATO ya her du welatan biryar bê dayîn.

Parve bike: