TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye piştî 4 salan dageriya ser endamtiya xwe ya OPCW: Mafê dengdanê dan Sûriyê

Admin M
Nivîskar
📅 09 tîrmeh 2026 22:02

PeyamaKurd – Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), di sala 2021an de mafê dengdana Sûriyê ji Sûriyê sitendibû lê niha car din wî mafê dengdanê da Sûriyê.

Sedema biryara han ew e ku piştî hilweşandina rejîma Beşa Esad, rêvebiriya nû di derbarê çekên kîmyewî de gavên nûh avêtiye.

Rêxistinê ragihand ku Şam bi wê re hevkariyê kiriye, bermayên şekên kîmyewî yên hatine tesbîtkirin, ji bo îmhakirina wan derbasî pêvajoya ewilî bûne.

OPCW, di sal 2021an de bi sedema rejîma Esad bernama çekên kîmyewî bi temamî beyan nekiribû û di şerê navxweyî de çekên kîmyewî yên gazên jehriyê tekrar tekrar bikaranîbû, mafên dengdana Sûriyê ji dest sitendibû.

Parve bike: