Cîhan
Talîbanê vê carê bi dijwarî lê da: 126 kustî
PeyamaKurd- Talîbanê vê carê li wîlayeta Maydan Wardakê, êrîşê ser kampeka leşkerî kir û di êrîşê de 126 kes hatin kuştin. Serê sibê jimara kuştiyan weka 12 kes hatibû dayîn. Li gor ragihandina berdevkê parêzgeha Maydan Wardakê; di êrîşê de bombe hatine teqandin û kesekî di kampê de bi xwe de bombeyê teqandiye.
Rêvebirên wezartea bergiriyê yên Afxanistane, berê jimara kuştiyan 12 kes ragihandibûn lê vê paşiyê gotibûn ku jimara kuştiyan zêde ne.