Cîhan
Tevî peymanê jî êrîs kirin ser qereqolê
PeyamaKurd- Çekdarên Talîbanê li Afxanistanê li bajarê Kapîsayê, li navçeya Nicrabê êrîş birin ser qereqolê û di encamê de 4 kes ji hêzên asayîşa Afxanistanê hatin kuştin.
Berdevkê rêvebiriya asayîşa Kapîsayê, Şaîk Şurîş, bo çapemeniyê ragihand ku Talîbanê li devera Nicrabê li Dere-î Afganiye êrîşê ser qereqolê kiriye. Di encamê de 4 hêzên asayîşê û 3 Talîbanî mirine.
Talîbanê duhî jî êrîş biribû ser qereqola li bajarê Zabûlê û 20 wezîfedarên asayîşê kuştibûn.