The Telegraph: Çînê ji bo hilberîna 800 mûşekên nû madeyên xav şandin Îranê
PeyamaKurd - Li gorî lêkolîneke berfireh a rojnameya Brîtanî The Telegraphê, Çînê bi rêya keştiyên mezin ên kîmyewî madeyên xav ên krîtîk şandine Îranê ku rê dide rejîma Tehranê nêzîkî 800 mûşekên balîstîk ên nû hilberîne.
Ev agahî li ser bingeha daneyên taybet ên barkirinê û analîzên pisporên leşkerî hatine amadekirin û nîşan didin ku Pekînê ji bo tijîkirina valahiyên di envantera mûşekî ya Îranê de "pireke lojîstîkî" ava kiriye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku pênc keştiyên mezin ên şirketa IRISLyê ya Îranê, ku di lîsteya dorpêçên DYA û YEyê de ne, ji bendera Gaolanê ya Çînê ber bi benderên Îranê ve bi rê ketine. Ji bo ku neyên şopandin, van keştiyan rêbazên tevlihev bi kar anîne; pergalên xwe yên şopandina otomatîk vemirandine û di hinek rewşan de cihê xwe bi şaşî wekî "Vîetnam" nîşan dane, lê bi rastî rasterast barê xwe gihandine Îranê.
Li gorî analîstên leşkerî, ev keştî "sodyûm perklorat"ê hildigirin ku di hilberîna mûşekên balîstîk ên bi sotemeniya hişk de pêkhateyeke sereke û jêneger e.
Tê pêşbînîkirin ku qebareya vê barkirinê rê bide hilberîna nêzîkî 785 mûşekên nû. Ev kapasîteya nû dê îmkanê bide Îranê ku tevî bombebaranên giran ên îro jî, di dema şer de rojane di navbera 10 û 30 mûşekan biavêje qada pevçûnê.
Pisporê berê yê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Miad Malekî destnîşan kir ku ev yek hewldaneke bêhêvî ya Îranê ye ji bo nûkirina cebilxaneya xwe.
Çîn bi destûrdayîna van sewqiyatan di bin navê "kîmyewiyên bazirganî" de, hewl dide hem şiyanên leşkerî yên hevalbendê xwe biparêze û hem jî xwe ji tawanbariyên rasterast ên navdewletî dûr bixe.
Îstîxbarata Amerîkayê hişyarî dide ku ev herikîna madeyên xav dê rasterast bandorê li ser dem û dijvarkirina şerê li Rojhilata Navîn bike.