TR KU SO
FB X
Cîhan

The Telegraph: Esas hedefa DYAyê Girava Hark e

Admin M
Nivîskar
📅 11 adar 2026 20:41

PeyamaKurd – Di çapemeniya Îngîltere de xeberekî balkêş derket û li gor analîza di The Telegraphê de; Amerîka dixwaze Girava Harkê ya Îranê bixe destê xwe.

Hat gotin ku %90 îxracata petrola Îranê ji Girava Harkê dibe, Trump dixwaze giravê bixe destê xwe û krîza aboriya Îranê kûr bike û rejîmê hilweşîne.

Hat gotin ku tevî Îran Buhira Hurmizê girtiye jî, Îran sîstema şopandina keştiyan digre û ji destpêka şer heya niha ji Çînê re 12 milyon varêl petrolê şandiye.

Îran ji 28ê Sibatê ve yanî ji roja şer destpêkiriye heya niha, rojane 2,1 milyon varên petrolê bar kiriye û şandiye derve.

Budça Îranê %40ê wê ji dahata petrolêye û eger girava Harkê bikeve destê DYAyê, wê ji aliyê aboriyê de bi temamî têk here.

Li gor nûçeyekî di rojnama Wall Street Journalê de, Îran di ser Buhira Hurmizê de, ji berya şer zêdetir petrolê şandiye derve.

Li gor şîrketa şopandina tankêrên ser deryayê ya Kplerê, ji 28ê Sibatê û heya niha rojane 2,1 milyon varêl petrolê şandiye derve û ev miqdar ji şandeya di meha Sibatê de zêdetire.

Parve bike: