Tirkiyê 638 dosyayên ku kirdeyên wan nayê zanîn dixe ber lêkolînê
PeyamaKurd – Wezareta dadê ya Tirkiyê li 75 bajaran ew dosyayên ku tê de kuştin hene lê heya niha kes kirdeyên wan nizane an ku failên wan kuştinan nayê zanîn an tê zanîn lê ji ber hinek sedeman kujer derneketine ortê, dê ji wan dosyayan 638 dosya ji nûh de bixin ber lêkolînê.
Di nav wan dosyayan de 638 dosya hatine bijartin û di nav bajaran de İzmir di rêza ewilî de, bi 49 dosyayan li pêşe. Di wan dosyayan de 51 kes hatine kuştin. Di pey İzmirê de Sakarya heye ku 34 dosya hene û 35 kes hatine kuştin û di rêza sêyem de bi 30 dosyayan ku di wan de 31 kes hatine kuştin hene û paşî bajarê Trabzonê tê.
Di bin sîwana wezareta dadê de, ‘serokatiya daîra lêkolîna sûcên kirdeyên wan nediyar’ ava kirin ku bi wan dosyayan re dê eleqedar bibe.
Hedefa vê xebatê ewe ku kesên sûcan kirine dê bê ceza nemînin ji ber ku di raya giştî de baweriyekî heye ku kî çi bike, dikare jê rê bimîne û ceza nestîne. Wezîrê dadê yê Tirkiyê Akın Gürlek weha got:
“Dozger li navê ser qepaxê dosyayê narêne, li delîlê nav dosyayê dinêre. Ji bo sûcên kirdeyên wan diyar nînin, bê ceza nemînin û wijdana civakê rihet be,me vê beşe ava kir. Hedefa me ku em sîstemekî dadê ya bilez,bi bandor û ya ku baweriyê dide mirovî ava bikin.”
Di nava dosyayan de ew 16 hezar dosyayên li Kurdistanê yên kirdeyên wan diyar nînin, hene an nînin nehat zanîn lê ji Kurdistanê ji bajarê Meletiyê (Malatya) Diyarbekir, Xarpêt (Elaziğ) û Entabê (Gaziantep) 69 dosya hene. Lê di nav wan de dosyayên siyasî hene an nînin nayê zanîn.