Cîhan
Trafoya elektrîkê teqiya: 15 kes mirin...
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê trafoya elektrîkê ya kargeha parzûnkirina avê teqîye û di encamê de 15 kesan can da, 6 kes jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên medya Hindistanê, li eyaleta Uttarakhand, trafoya elektrîkê ya kargeha parzûnkirina ava loxerê ya li ser Rûbara Ganjê teqiya.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de, polîsek û 5 karmendên ewlekariyê jî di nav de, 15 kes mirin û 6 kesên din jî birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û tedawiya wan dewam dike.