Cîhan
Trump: Ecela min nîne, qelîte ji lezê girîngtir e
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê hevdîtina xwe ya ligel Serokê Çînê Şi Cinping ragihand ku hevdîtin ji texmîna wan baştir derbas bûye û ji bo mijara rêkeftina bazirganî ya bi Çînê re got, “Derbarê rêkeftina bazirganî de eceleya min nîne.”
Trump piştî Lutkeya G20na (20 welatên pêşketî ên cîhanê) li ser twitterê derbarê hevdîtina ligel Şi Cinping de diyar kir ku hevdîtina wan ji texmîna wan baştir derbas bûye û ragihand, wan biryar wergirtiye ku bacên gumrikê zêde nekin.
Trump ji bo rêkeftina bazirganî got, “Rewş baş dixuyê. Ji bo em bigihin rêkeftinê eceleya min nîne. Ji bo min qelîte ji lezkirinê girîngtir e.”
Trump herwiha diyar kir ku Çînê qebûl kiriye ji Amerîkayê mîqdareke mezin a berhemên çandiniyê bikire.