Trump: Ez hê ne amade me bi Îranê re lihevhatinê bikim
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê bi NBC News re de got ku ew hêj ne amade ye bi Îranê re lihevhatinekê bike, ji ber ku “şert û mercên niha ne gunvaw in.”
Trump di derbarê îdiayên mirina serokê nû yê olî yê Îranê de jî da xuyakirin ku ev tenê gotegotin û wiha pê de çû: “Ez nizanim ew sax e yan na. Heta niha kesî ew nîşan nedaye.”
Li ser pirsa Îranê di Tengava Hurmuzê de mayîn danîne yan na, Trump got ku ew yek ne zelal e û diyar kir ku kargehên hilberîna moşek û dronên Îranê bi piranî ji kar hatine derxistin û di nav 2 rojan de ewê bi temamî bên tunekirin.
Derbarê êrîşên li ser Harkê de jî Trump got ku piraniya giravê hatîye hilweşandin, lê ew dikarin “ji bo kêfê çend carên din jî lê bidin.”
Hêjayî gotinê ye, şerê Îranê di hefteya sêyemîn de berdewam dike û Îran jî bi taybet li welatên kendavê êrîşên xwe didomîne.