TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump: Heta peyman bi temamî cîbicî nebe leşkerême venakişin

Admin H
Nivîskar
📅 09 nîsan 2026 14:49

PeyamaKurd - Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku heta peymana bi Îranê re hatî destpêkirin bi tevahî neyê sepandin, hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê dê berdewam bike. Trump di daxuyaniya xwe ya li ser Truth Social de ev xalên girîng anîn ziman:

Hebûna Leşkerî: Keştî, balafir û personelên leşkerî yên Amerîkayê ligel hemû cebilxane û sîstemên çekan dê di nav Îranê û derdora wê de bimînin.

Xetên Sor: Trump destnîşan kir ku xwedînebûna Îranê ya çekên nukleerî û vekirîmayîna Tengava Hurmizê ji bo wan xetên sor in.

Gefên Operasyonê: Trump hişyarî da ku heger Îran peymanê binpê bike, operasyonên leşkerî dê bi asteke "hê mezintir û bihêztir" dîsa dest pê bikin.

Trump diyar kir ku artêşa wan di halê amadebaşiyê de ye û heta "Peymana Rastî" bi dawî nebe, ew ji herêmê dernakevin.

Parve bike: