Trump: Îran binpêkirinan dubare bike wê rejîm nemîne
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, piştî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ya derbarê operasyonên esmanî yên li ser Îranê de, li ser hesabê xwe yê torên civakî hişyariyeke tund da rêveberiya Tehranê.
Trump eşkere kir ku firokeyên şer ên Amerîkayê ji ber binpêkirina dubare ya peymana agirbestê, navenda moşekan, depoyên firokeyên bêpîlot û navendên radarê yên li ser peravên Îranê bomberan kirine.
Trump gef li Îranê xwar û got: "Mimkun e ku ev qet dersan ji rûdanan nestînin! Dibe ku dem bê ku em êdî nekaribin bi aqilmendî û rasyonel tevbigerin û em neçar bimînin ku karê me yê bi serkeftî daye destpêkirin, bi awayekî leşkerî bi dawî bikin. Eger ev tişt rû bide, Komara Îslamî ya Îranê dê êdî tune bibe û nemîne."