Cîhan
Trump: Îro me şerê bi Îranê re bi dawî kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di bernameyekê de axivî û diyar kir ku Îran razî bûye ku çekên nukleerî çênekin û got, "Îro me şerê bi Îranê re bi dawî kir."
Trump, beşdarî mîtînga televîzyonî ya Burt Jones bû, ku ji bo waliyê Georgiayê namzet e û derbarê şerê bi Îranê re daxuyanî da.
Trump got, "Nizanim we bihîstiye an na, lê îro me şerê bi Îranê re bi dawî kir. Wan li hev kir ku qet çekên nukleerî çênekin, ku em di vê mijarê de bi israr bûn. Armanca me ya tevahî ev bû. Ji sedî 95ê armanca me ev bû."