TR KU SO
FB X
Cîhan

Trump yasaya şerê sar xiste dewrê

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2026 17:09

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku bihayên neftê kontrol bike û teşwîqan zêde bike, Yasaya Hilberîna Parastinê ya ku ji serdema Şerê Sar maye dîsa xiste dewrê.

Ev biryara Trump piştî ku bihayê bermîleke neftê ji ber şerê Îranê, astengiyên li Kendava Hurmizê û Tengava Bab el-Mendebê û êrîşên Ûkranyayê yên li ser rafîneriyên Rûsyayê ji 100 dolarî borî, hate standin.

Beriya vê hemleyê, welatên Ewropayê jî biryar dabûn ku 100 mîlyon bermîl motorîn û nefta xam ji rezervên xwe yên lezgîn azad bikin û ambargoyên li ser dîzela Rûsyayê sivik bikin.

Parve bike: