Cîhan
VIDEO - Li Derya Spî balafireke ser ket
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku balafireke şer a Îspanyayê li ser Derya Spî ketiye û xebatên bo dîtina pîlotê balafirê berdewam dikin.
Balafira girêdayî Hêzên Hewayî yên Îspanyayê ya cureya C-101 a cengî dema firîna perwerdeyê li ser Derya Spî ket.
Hat diyarkirin ku balafir nêzîkî baregeha hewayî ya San Javierê ku dikeve ser peravên başûrê rojhilatê bajarê Murcia yên La Manga del Mar Menorê bi dûrahiya 4 kîlometran ji peravan ketiye.
Piştî ketina balafirê hat ragihandin ku ji aliyê kompaniya CASA ya hilberîner a C-101ê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Dîmên bi telefona destan ên ketina balafirê hatin belavkirin ku hîn lêgerîna pîlotê balafirê berdewam e.