TR KU SO
FB X
Cîhan

Vîze hatin betalkirin û Ewropa li rejîma Esed hat qedexekirin

Admin S
Nivîskar
📅 25 rêbendan 2019 18:56

PeyamaKurd - Piştî ku rejîma Sûriyê ya Beşar Esed qedexe danî ser dîplomatkarên Yekîtiya Ewropayê (YE), ji Ewropayê jî hemleyek hat û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand ku çûyîna nav sînorên YEyê li Esed û hemû dîplomatkarên wî hatiye qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Vîzeyên rejîma Beşar Esed hatine betalkirin” ku bi vî awayî çûnûhatina dîplomatkarên Sûriyê ji bo Ewropayê hat qedexekirin.

Hêjayî gotinê ye, rejîma Sûriyê jî astengî ji dîplomatkarên Ewropî re derdixistin ku rayedarên Ewropî nikaribûn alîkariyan bigihînin gelê Sûriyê yê bandora şer li ser wan çêbûye.

Parve bike: