TR KU SO
FB X
Cîhan

Wallace: Kurd dê li Îranê roleke rêbertiyê bigirin; Îran di rewşa teslîmbûnê de ye

Admin İ
Edîtor
📅 11 adar 2026 14:48

PeyamaKurd - Namzedê Komarî yê Kongresa Amerîkayê Dave Wallace, di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê, stratejiya "nezelaliyê" ya Serok Donald Trump û pêşeroja Îranê nirxand. Wallace destnîşan kir ku di encama operasyonên leşkerî de, dê Kurd di guhertinên li Îranê de bibin xwedî roleke stratejîk.

Dave Wallace diyar kir ku şêwazê Trump ê "nezelaliyê" taktîkeke bi zanebûn e da ku rejîma Îranê çongan deyîne erdê. Wallace got:

Serok vê nezelaliyê wekî hêzekê bi kar tîne. Her çend di derbarê rola Kurdistanê de niha nezelaliyek hebe jî, baweriya min ew e ku dema şert û merc guncaw bin, Kurd dê li Îranê roleke rêbertiyê bigirin ser xwe."

Li gorî agahiyên ku Wallace parve kirine, armanca sereke ya Washingtonê ne rasterast "guhertina rejîmê" ye, lê lawazkirina bingehîn a Îranê ye. Amerîka dixwaze Îraneke bê çekên nukleerî, bê mûşekên balîstîk û bi artêşeke herifî biafirîne. Lê belê, Wallace tekez kir ku eger ev pêvajoya qelsbûnê bibe sedema hilweşîna rejîmê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê bi xêrhatina vê yekê bike.

Qesra Spî: ‘Epic Fury’ nêzîkî armancên xwe dibe

Berdevkê Qesra Spî derbarê operasyona bi navê "Epic Fury" (Xezeba Destanî) de agahiyên nû dan. Hat ragihandin ku plana destpêkê ya ji bo bidestxistina hemû armancên operasyonê 4 heta 6 hefte bû. Qesra Spî diyar kir ku armanc ji holê rakirina tesîsên mûşekan, neçalakirina hêza deryayî û bi dawîkirina her cûre gihîştina çekên nukleerî ye. Berdevk tekez kir: "Îran niha di rewşek teslîmbûna tevahî de ye, çi ew qebûl bikin çi nekin."

Çavdêrên siyasî li Washingtonê bawer dikin ku Trump dikare di her kêliyê de serkeftinê îlan bike û şer bi dawî bike. Tê pêşbînîkirin ku Trump bi daxuyaniyekê bibêje: "Me şer qezenc kir, gef qediya; lê heke Îran dîsa xetereyekê çêbike, em ê dîsa êrîş bikin" û bi vî rengî operasyonê rawestîne.

Ev daxuyanî nîşan didin ku Amerîka nêzîkî bidawîkirina qonaxa sereke ya operasyona xwe ya li dijî Îranê ye û di sîstema nû ya Îranê de hesabê li ser roleke mezin a Kurdan dike.

Parve bike: