TR KU SO
FB X
Cîhan

Washington: “Divê qirkirina/jenosîda Êzîdiyan were qebûlkirin!

Admin V
Nivîskar
📅 04 tebax 2018 16:27

PeyamaKurd- Nûnera Hukûmeta Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Abdurrahman got ku divê jenosîda Êzîdiyan were qebûlkirin. Ji bo vê yekê têra xwe belge di destên me de hene.

Ji ber salvegera qirqirina Kurdên Êzîdî yên Şingalê ya ku ji aliyê IŞÎDê ve hatibû kirin, li paytextê Amerîkayê li Washingtonê panelek hate lidarxistin. Di panelê de Nûnera Hukûmeta Kurdistanê ya li Washingtonê Beyan Samî Abdurrahman jî axivî û wiha got: “Divê qetlîama Êzîdiyan wekî qirkirin/jenosîd were qebûlkirin. Ji bo vê yekê gelekî zêde belge di destên me de hene. Ji bo ku penaberên Êzîdî careke dî vegerine welatê xwe, divê bêhtir xebat werin kirin. Heta niha jî hê Şingal ji bombe û teqemeniyan bi tevahî nehatiye paqijkirin.”

Parve bike: