Wê namzedê serokwezîrtiya Iraqê ne endamê ti partiyekê be
PeyamaKurd – Lîsteya pîvanên kesên ku bibin namzedên serokwezîrtiya Iraqê ji parlamentoya Iraqê re hate pêşkeşkirin ku li gorî wê lîsteyê, namzedê serokwezîrtiyê nabe welatiyê welatekî din û endamê ti partiyekê be.
Parlamentarê Xirîstiyan Aşûrî Yonadam Kanna ragihandin ku lîste bi îmzeya 120 parlamentaran bo parlamenê hatiye pêşkeşkirin.
Yonadam Kanna, diyar kir ku daxwazeyên xwepêşanderên ku ji 1ê Cotmehê ve li dijî hikûmetê xwepêşandanan dikin di nav lîsteya hatiye amadekirin de cî digirin û li gorî wan daxwaziyan jî dê namzedê serokwezîrtiyê ne endamê ti partiyekê be û herwiha ne hemwelatiyê welatekî din be digel yê Iraqê.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser daxwaza xwepêşanderan 29ê Mijdarê îstifa kiribû û heta niha jî posta serokwezîrtiyê vala ye.