Wê şanda Îmraliyê dest bi hevdîtinên yasaya çarçoveyê bike
PeyamaKurd - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li parlamentoyê li ser geşedanên dawî daxuyanî da û desthilatdarî rexne kir ku her sal di meha Tirmehê de qanûnên torbe tîne rojevê daku di dema bêdengiya civakê de qanûnên girîng derbas bike.
Pêşnûmeya yasaya çarçoveyê û daxwazên heyeta Îmraliyê
Koçyîgît di daxuyaniya xwe de salvegera şewitandina çekan (11ê Tirmehê) wekî fersendeke dîrokî û xurtkirina hêviya aştiyê nirxand û diyar kir ku divê pêşniyarên komîsyona meclîsê demildest bibin qanûn daku aktorên pêvajoyê werin parastin.
Serokwekîla Koma DEM Partiyê daxwaz kir ku ziman û nasnameya Kurd bi qanûnan were misogerkirin, girtiyên siyasî werin berdan û statû û şertên xebatê yên Ocalan di çarçoveyeke qanûnî de werin ewle kirin.
Koçyîgît li ser pirsa rojnamevanan eşkere kir ku heyeta wan a Îmraliyê dê di nava vê hefteyê de li ser pêşnûmeya yasaya çarçoveyê hevdîtinên xwe yên nû berdewam bike û ev pêşnûme dê bi awayekî fermî pêşkêşî heyetê were kirin.