Welatekî hemû têkiliyên xwe yên bi Îranê re qut kirin
PeyamaKurd - Dewleta Perûyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku di çarçoveya pabendbûna xwe ya bi yasayên navneteweyî, parastina demokrasiyê û misoqerkirina aştiyê de, ew hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî ya Îranê re qut dike.
Hikûmeta Perûyê ev biryara xwe bi rêya balyozxaneya Îranê ya li Ekwadorê gihand rayedarên Tahranê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku lawazbûna demokrasiyê di navxweyê Îranê de, tepeserkirina xwepêşanderan, binpêkirina azadiya çapemeniyê, cudakarî û zextên li ser jinan û gefên li ser dijberên siyasî ji sedemên sereke yên vê biryarê ne.
Her wiha Perûyê kiryarên Îranê yên li ser astengkirina bazirganiya navneteweyî li Tengava Hurmizê û rêgiriyên li ber xebatên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) bi tundî rexne kirin.