TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîr Marco Rubio giha dewleta Îmaratan

Admin M
Nivîskar
📅 23 hezîran 2026 21:28

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê DYAyê Marco Rubio di seredana xwe ya Kendavê de ewilî çû Îmaratan. Rubio ragihand ku wê agirbes bi Lubnanê re raste rast bê muzakerekirin û wê ji Îranê cuda be. Rubio got:

“Li ser rewşa Lubnanê, em ê bi Lubnanê re muzakere bikin û bi Lubnanê re li hev bikin. Pêvajoya Lubnanê cuda ye. Ji ber Lubnan welatekî desthilate cuda ye. Li Lubnanê hukumetekî heye û li Lubnanê em ê hukumeta Lubnanê re muzakereyan bikin û li hev bikin.

Li ser Lubnanê, bi Îranê re têkildar pirsgirêkekî heye. Ew jî desteka ku Îran dide Hîzbûllahê û hîmaya Hîzbûllahê ye. Lewra ev mijar di hevdîtinên bi Îranê re wekî perçeyekî em ê li serê biaxifin. Lê wexta dahatûya Lubnanê bikeve ortê, eger dahatûya Lubnanê bikeve meydanê, di rêya hukumeta Lubnanê de ku hatiye hilbijartin û Lubnan yê xelkê Lubnanê ye. Em ê jî bi wan re bixebitin.”

Rubio li ser Tengava Hurmizê got ku divê Hurmiz serbest û bi ewle be û weha dewam kir:

“Ew der rêyeka avê ya navdewletiye. Ti welatekî nikare ji bo rêya avê pere bistîne û an xercekî bixwaze. Ev jî li gor hûqûqa navdewletî qaîdeyekiye ku niha tê bicîhanîn.”

Di çarçova seredana xwe de Rubio, wê bi rayedarên Îmaratan re biaxife û siba ji bo civîna welatên Kendavê here Kuweytê û paşî here Bahreynê.

Parve bike: