Kurdistan
Serok Barzanî bi Wezîrê Gihandinê yê Iraqê re çareserkirina arîşeyan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Baregeha Barzanî ragihand ku îro 6ê Cotmeha 2026ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Wezîrê Gihandinê yê Iraqê Mistefa Sened û şanda ligel wî kir.
Hate diyarkirin ku de hevdîtinê de rewşa giştî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatine nirxandin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de tekezî li ser hevahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina arîşeyan hat kirin.