TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîra Alman: Di muzakereyên ligel Îranê de ti pêsveçûnek çênebû

Admin H
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2021 23:01

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock ku bi hemkarên xwe yên G7an re civiya, derbarê muzakereyên li ser zindîkirina peymana nukleerî ya 2015an têne kirin de got ku dema wan bidawî dibe û heta niha ti pêşveçûnek çênebûye.

Annalena Baerbock, li bajarê Liverpool ê Brîtanyayê ji rojnamevanan re got, di muzakereyên li ser zindîkirina peymana nukleerî bi Îranê re têne kirin de, dema wan bidawî bûye û heta niha pêşveçûnek çênebûye.

Wezîra Alman herwiha diyar kir, “Êdî hatiye fêmkirin ku di nav çend rojên pêş de me ti pêşveçûnek bi dest nexistiye. Îran bi helwesteke ku muzakereyan 6 mehan bipaş bixe tevdigere.”

Parve bike: