Cîhan
WHO: 1000 termên nenas di bin kavilên avahiyên Xezeyê de mane
PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku, li gorî texmînên wan, heta niha hezar term di bin kavilên avahiyên Xezeyê de mane ku nehatine nasîn û di nav kuştiyan de nehatine tomarkirin.
Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WH) yê li Filistînê Richard Peeperkorn eşkere kir, heta niha 1000 termên nehatine naskirin, di bin avahiyên heriftî yên Xezeyê de mane û di nav kuştiyan de nehatine tomarkirin.
Li ser mijarê Berdevka Komisyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani fikarên xwe li ser rewşa şerê Îsraîl-Hemasê anî ziman û got ku di wî şerî de tawanên şer diqewimin.