TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: IEA, 400 milyon varêl petrolê dişîne bazara dinyayê

Admin M
Nivîskar
📅 11 adar 2026 23:16

PeyamaKurd – Rojnama Wall Street Journal (WSJ) ragihand ku Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) ji rezervên stratejik yên petrolê wê 400 milyon varêl petrol bişîne bazara dinyayê da karibe ber li bilindbûna bihayê petrolê bigre.

Depoyên petrolê yên rezervên stratejik li Japonya li bajarê Yokohama li devera sanayiyê ya bi navê Keihinê hene. Hem li wê derê tesîsên endustriyel jî hene.

Wê şandina petrolê roja Duşemê dest pê bike û wê bişînin welatên endam û 400 milyon varêl di dinyayê de miqdarê herî zêde yê petrolêye ku heya niha şandine.

Di wexta şerê Rûsya Ûkrayna de, di sala 2022an de 182 milyon varêl şandibûn bazara dinyayê. Ya vê carê du carî li ya wexta destpêka şerê Rûsya-Ûkraynaye.

Parve bike: