TR KU SO
FB X
Cîhan

WSJ: Îranê gefa êrîşa ser welatên herêmê û binesaziya petrolê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2026 18:04

PeyamaKurd - Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî eşkere kir ku rayedarên Îranê bi awayekî eşkere û di civînên taybet de hişyarî dane berpirsên welatên Rojhilata Navîn ku di egera êrîşeke nû ya DYAyê de, ew ê êrîşên bejayî bibin ser welatên cîran.

Li gorî nûçeyê rojnameyê, desthilatdarên Îranê hişyarî dane dewletên Erebî ku heke şerekî nû ligel DYAyê dest pê bike, ew dikarin rasterast binesaziyên neftî yên Erebistana Siûdiyê bikin armanc.

Endamê Civata Tespîtkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Rizayî berê jî gef xwaribû ku di egera şerekî nû de, ew ê hêlên înternetê, navendên daneyan (datacenter) û binesaziyên hişê çêkirî yên li herêmê bikin armanc.

Çavdêr diyar dikin ku van gefên tund ên di nav qeyranên kûr ên siyasî, aborî û ewlehiyê de, asta tirsa rejîma Îranê ji herifîna yekcarî ya pergala xwe nîşan didin.

Parve bike: