TR KU SO
FB X
Cîhan

YE: Li Idlibê pêwîstî bi agirbesteke demildest û mayînde heye

Admin H
Nivîskar
📅 05 adar 2020 21:49

PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel li demeke ku hevdîtina Erdogan û Pûtîn li Moskowê pêk tê de, got; “Ji bo bidawîkirina şerê li Idlib a Sûriyê, pêwistî bi agirbesteke mayinde ya demildest û çareseriya siyasî heye.

Charles Michel bibîr xist ku di navbera wî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de pêwendiyeke telefonî pêk hatiye û got ku wî di pêwendiya telefonî de destnîşan kiriye, “Ji bo bidawîanîna şerê Sûriye li Idlibê pêwistî bi agirbesteke mayînde ya demildest û çareseriya siyasî heye.”

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê herwiha got, “Karê pêşîn li ber me alîkariya mirovî ya bo xelkê sivîl e.”

Parve bike: