Cîhan
YE: Rûsya bi şerê hibrît li Ewropayê jiyanê dixe xeterê
PeyamaKurd - Nûnera Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas, piştî 10emîn civata Hevbeş a YE û Moldovayê ya ku li Brukselê pêk hat, daxuyaniyek da.
Kallas diyar kir ku di van hefteyên dawî de êrîşên hibrît, hewldanên sabotajê û binpêkirinên qada asmanî yên ji aliyê Rûsyayê ve zêde bûne û got: "Rûsya, bi şerê hibrît jiyanên seranserê Ewropayê dixe xeterê."
Kallas anî ziman ku di dawiya hefteyê de moşek û dronên Rûsyayê qada asmanî ya Moldovayê binpê kirine û ev yek nayê qebûlkirin.
Her wiha Wezareta Siyaseta Berevaniyê ya Moldovayê jî di nava rojê de ragihandibû ku sê dron ketine nava qada wan a asmanî.