Cîhan
Yekîtiya Ewropayê bangawazî li Yûnanistan û Tirkiyê kir
PeyamaKurd – Li ser pirsgirêkên Yûnanistan û Tirkiyeyê li Deryaya Navîn, Yekîtiya Ewropayê (YE) bangawazî li her du aliyan kir û got, divê pirsgirêk li gor yasayên navdewletî werin çareserkirin.
Berpirsê Siyaseta Derve yê YE Josep Borrell diyar kir, Do civîneke erênî di navbera Tirkiye û Yûnanê li Stenbolê birêve çû. Josep Borrell da zanîn, divê pirsgirêkên di navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê derbarê rojhilatê Deryaya Navîn, li gor yasayên navdewletî were çareserkirin û Yekîtiya Ewropayê, bi fermî bang li her du aliyan dike.
Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir, divê Neteweyên Yekgirtî jî di derbarê vê de, rola xwe bibîne.