TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenski: Hilbijartinên Rûsyayê leyztikek sîmûlasyonî ye

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2024 17:25

PeyamaKurd - Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelenski di derbarê hilbijartina ku duh li Rûsyayê bi dawî bû û Vladimir Putin wek Serokdewlet hat hilbijartin de daxuyaniyek da û Putin wek “dîktator” pênase kir.

Zelenski hilbijartinên Rûsyayê wek leyztika sîmulasyonî ya Putin rave kir û got:

"Dîktatorê Rûsyayê hilbijartinek nû simule dike. Li cîhanê her kes têdigihîje ku wekî gelek caran di dîrokê de, ev kesayet tenê bi desthilatdariyê ve girêdayî bûye û her tiştê ku ji destê wî tê dike ku her û her hukum bike. Tu xerabiyek tune ku ew nake ku hêza xwe ya kesane domdar bike. Li dinyayê kesek ku ji vê yekê rizgar bibe tune.”

Zelenski di domîna axaftina xwe de, ji ber şîretên domandina tekoşînê kirine spasiya her dewlet, serok û hemû rêxistinên navneteweyî kir.

Zelenski anî ziman ku her tiştê Rûsya di axa Ûkraynayê dike tawan ê û got:

"Divê ji bo her tiştê ku qatilên Rûs di vî şerî de kirine û ji bo desthilatdariya Putin ya heta hetayê cezayeke adil hebe. Tenê tiştek heye ku Putin jê ditirse; ew jî dad e. Ti rewatiya vê hilbijartina sîmûlasyonî tune ye û wê tune be jî. Divê ev kes li dadgeha Laheyê bê darizandin. Divê em vê yekê piştrast bikin."

Parve bike: